Ev çend roj in gelê me bi merasîmên mezin û bi girseyî şehîdên me bi bîr tînin. Ez di serî de van şehîdên me yên şoreşê bi tevahî bi rêzdarî, bi hurmet, bi hezkirin, bi deyndariyeke mezin li ser esasê bîranîna wan û têkoşîna wan bi bîr tînim. Û ji malbatên me ên şehîd û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Watedayîna şehîdan bi rastî felsefeya jiyana, wekî rêbertî, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelê Kurd girîng e. Bi rastî di bersiva merasîman de jî gelê me vê nirxê û vê xwedîderketinê, şopdariya şehîdan bê seknekî çawa raber bike û çawa pêk were nîşan dide. Pêvajoyeke 2 sal in, bi taybetî pêvajoya ku ji 27’ê Sibata 2025’an ku Serokatî daye destpêkirin abi dirûşma aştî û civaka demokratîk, şer sekinî. Em dizanin ku gelê me di vê pêvajoyê de lêgerîna xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd gihand merhaleke nû, bi gavavêtina Serokatiyê ve girêdayî. Li bendê ye ku zarokên xwe bibîne, li bendê ye ku çareserî û aştî pêk were û jiyaneke aştî, azadî û demokratîk li tevahiya Tirkiyeyê û li Rojahilata Navîn pêk were. Êşa şer a ku zêdetirî 50 sal e hat jiyandin êdî raweste. Yekîtiya gelan, xwişk-biratiya gelan, jiyanake aştîxwaz û demokratîk pêk were. Li bendê ye zarokên vî gelî vegerin jiyaneke aram û têkoşîna xwe, siyaseta demokratîk li ser vî esasî bidomîne û li welatekî demokratîk bijî. Hestên dayikên me, hestên malbatên şehîdan û dayik û malbatên gerîlayan em fêm dikin. Li bendê ne ku zarokên xwe hembêz bikin. Jiyaneke birûmet, jiyaneke bi vîn û jiyaneke li ser esasê aştiyê hatiye avakirin. Di demek wisa de bi hêviyeke mezin li bendê ne ku ev pêvajo bi ser dikeve, Serokatî azad bibe û şervanên azadiyê bi berdelên giran ev têkoşîn meşandine vegerin nav civaka xwe û li ser esasê di bava civakek demokratîk de têkoşîna xwe bidomîn. Di rewşek wisa agahiya şehîd bihîstin, helbet giran e.
Êş û hesreta bi salan a dayikên me û malbatên me jiyane nûjiyan dibe. Ji bo vê hestên pêşwazîkirina şehîdan bi xemgînî çêdibe. Lê belê merasîmên ku hatine organîzekirin, bi rastî di vir de dixwazim spasiya saziya MEBYA-DER’ê bikim. Wek Tevgera Azadiya Jinên Kurd spasiyê xwe pêşkêşî sazî û kesên di van merasîman de cih girtine dikim. Bi rêxistineyeke pir mezin, bi hesasiyeteke pir mezin û bi hurmeteke pir mezin ev merasîm tên organîzekirin. Ne tenê malabtên me civaka gelê Kurd û dostên wan bi giştî xwedîketineke bi rûmet li merasîman raber dikin. Ev tê wateya ku pêşwazîkirina rastiya şehîd wekî heq dike tê çêkirin. Hestên bi salan pir kom bûye, bendewariyeke pir mezin jiyaneke azad lê heye bi bîranînên şehîdan re tê honandin. Malbatên şehîdan tên gel hev. Malbatên ku hev nas dikin û nas nakin tên gel hev, êşên xwe bi hev re parve dikin.
Helbet gelê Kurd tu cari şehîdên şoreşê, şehîdên jiyana azad tenê bi girî pêşwazî nekir. Helbet hin dayik hestên wan û dilê wan pir giran dibe hêsir dibarînin. Em vê dibînin û wateyê didinê. Lê pir axaftinên di merasîman de tên kirin, em bi hêsirên çavan şehîdan pêşwazî nakin. Em bi rûmet, bi şeref, bi qeheremanî, bi cesaret, bi israra jiyaneke azada, yekgirtina civakê, yekgirtin û rêxistinbûna gelê Kurd û bi hestên neteweyî şehîd tên pêşwazîkirin. Ji bo vê jî wekî çandekê di nava gelê Kurd û Kurdistanê de pêşwazîkirina şehîdan hatiye rûniştandin. Bi eleqeyekî berxwedaniya jiyana azad, bi eleqeyekî yekîtiya neteweyî, xwedîderketina li nirxên şoreşê pêşwazîkirina şehîdan tê çêkirin. Ji bo wê jî bi rastî pir bi wateye pir bi nirx e.
Dema em her dîmenên pêşwazîkirina şehîdan temaşe dikin dizanin ku kombûnên civakî û xwedîderketina nirxan xurt dike. Hestên xwedîderketina li nirxand xurt dibe. Hestên ku em layiqê berdêlên ku şehîdan dan, bibin, xurt dibe. Rastiya şehîd û rastiya Serokatî felsefeya jiyana azad dabû avakirin, niha jî gelê me xwedî li wê derdikeve. Bi rastî, şehîd çi bû? Xwedîderketina jiyana azad bû. Rastiya şehîd û têkoşîna li pey hat meşandin çi bû? Kurdistaneke azad were avakirin. Û rastiya şehîdan çi bû? Nirxên şoreşê zindîkirin bû. Bîr berxwedaniyê di her dîrokê de zindîkirin bû. Di kombûna merasîman de, axaftinên tên kirin û bangewaziyên dayikên me û ewqas êş jiyaye jî gotina “em aştiyê dixwazin”, “Em jiyaneke demokratîk dixwazin”, “Em mafên gelê Kurd ê azad dixwazin”. Di rastiyê de xeyalên şehîdan ên ku li pey wê meşiyan, ji bo wê têkoşiyan û dan meşandin, di her gotina wan a ku dema ber bi şehadetê ve diçûn wekî gotina Xeyrî Dûrmûş “Em jiyana xwe di berdela vê şoreşê de didin lê em deyndsrê vî gelî ne.” Heval Kemal Pîr, heval Zîlan, heval Sema û bi hezaran şehîdên me. Herî dawî heval jî îlan kirin, nêzîkî 28 hezar şehîdên me hene. Tenê wekî kadroyên vê tevgerê eekî şoreşgerên vê tevgerê. Bi hezaran şehîd bangewaziya wan çi bû? Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku ji bo azad û bi rûmet were jiyîn, em mirinê didin ber çavan û bi kirinê re dimeşin. Dirûşma “Em ji mirinê mezintir in” çêbû.
Têkoşîna me, xeyalên me û berdlên em didin, bi rastî mirin kuşt. Êdî mirin bû jiyaneke azad. Wesîleyên mirinê, wesîleyên şehadetê bûn wesîleya jiyaneke azad. Niha hatina gel hev a gelê me, bangewaziya aştiyê, bangewaziya jiyaneke azad, bangewaziya çareseriya pirsgirêka Kurd û bangewaziya xwişk û biratiya gelan mezinbûna vê armancê îfade dike. Bersivdayîna berdelên şehîdan îfade dike. Gel dibêje em amade ne. Gel dibêje ew bedelên ku hatine dayîn êdî jiyanî be. Jiyanîbûn çi ye zindîkirina nirxên gelê Kurd, bîrê Kurdewarî jiyîn, nasnameya Kurdewarî û aştiyeke bi rûmet di nava gelan de were pêkanîn. Rêya vê jî xwedîderketina pêvajoyê ye. Xwedîderketina xeyalên şehîdan e. Xwedîderketina şehîdan çi ye? Kombûna civakê ye, rêxistinbûna civakê ye. Têkoşîna xwe bi cûrbecûr û bi dewlemendî li ser stratejiya siyaseta demokratîk, rêxistinbûn civaka demokratîk û avabûna komareke demokratîk de rolekî sereke û pêşeng gelê Kurd,jinên Kurd bi hafizeya şehîdan avakiriye û dîroka şehîdan, nirxên ku şehîdan avakiriye wek şopdar û domandina wê ye. Ev kombûn tê vê wateyê. Di aliyê hest de, di aliyê bîrê de û di aliyê rêxistinbûnê de tê vê wateyê. Tenê malbatên me yên şehîdan li wir kom nabin. Yanî li wir gelê me tevahî li wir kom dibe û xwedî li nirxên ku şehîdan daye avakirin derdikeve û ji bo bîranîna şehîda njiyanî bibe, misoger bibe û veguhere misogerkirina mafên gelê Kurd û civakek demokratîk ava bibe kom dibin û xwe bi rêxistin dikin. Dixwazin li vir bangewaziyekê bikim. Car caran rexneyên malbatên me yên şehîdan bi vê şêwazê çêdibin. Yanî tenê di rojên êş de hatina gel malbatên şehîdan û xwdîderketina têr nakin. Pêwîste her roj bi rûmetbûna malbatên me yên şehîdan xwedîderketinek çêbibe. Pirsîna wan, xwedîerketina wan bedelana û wan bedelan veguherandina şêweyeke têkoşînê û rêxistinbûna civakê divê teqez were çêkirin. Tenê rojên êş de hatina gel hev na. Xwedîderketina nirxên şehîdan xwedîderketina malbatên şehîdan e.
Pêwîst e saziyên me, gelê me û di serî de jin û ciwan divê teqez xwedîderketina malbatên şehîdan bidomînin. Ev bîranîn jiyanî û rêxistinî be û veguhere şêweyeke têkoşînê. Bi vê şêwazê em dikarin xeyalên şehîdan pêk bînin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, wek PAJK’ê jî bersivdayîna me li ser vî esasî ye, hewldanên me li ser vî esasî ye. Şehîd bîra me ya têkoşînê ye, jiyana azad e, rêhevaltiya rast e û xwedîderketina nirxê şoreşê ye. Xeta têkoşîna de dide diyarkirin. Rûmet e. Yanî bi qehremantiya wan, cesareta wan, hezkirina wan a jiyanê, komunalbûna wan, rêhevaltiya rast, exlaq û pîvanên Apogerî daye avakirin. Pîvana me jiyana azad e. Rêya me ya têkoşînê diyar kirine. Em ê her di wê rêyê de bimeşin. Bersivdayîna me ya şehîdan qet tawîzdayîna ji xeta azadiyê qebûl nake. Heta jiyana azad her bişopînin, her bijîn û bidin jiyandin.
Bersiva dayikên me, malbatên me yên şehîd li ser vî esasî be. Em ê bi aştiyeke bi rûmet bersiva şehîdan bidin. Bersiva berdelên malbatên me yên şehîdan dane jî jiyaneke bi rûmet, Kurdistaneke azad û civakeke demokratîk pêk were. Li ser vî esasî em dîsa bi rêzdarî şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin. Êşa malbatên me malbatên me yên şehîdan parve dikin. Em destê malbatên me yên şehîd û dayikên me bi hurmet maç dikin. Bi rastî êşa me yek e, ew êş me mezin dike, ew me bi hêz dike û ew êş me bêhtir bi têkoşîn û rêxistinbûnê dide girêdan. Em bawer dikin ku ev merasîm wê bibe wesîleyek bi vê şêwazê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Serokatî û serxistina vê pêvajoya aştiyê wê bêhtir hêz û moral bide. Yekgirtina civaka Kurd wê xurttir bike. Çi ji destê me were em ê li ser vî esasî serxistina vê pêvajoyê pêk bînin.
Bi rastî di nava civakê de pirsgirêka aştiyê nîne. Civakên Kurd, Tirk, Ermen, Azerî û Tirkmen bi salan e bi hev re dijîn. Lê yên nîjadperestiyê pêş dixin aliyên serdest in, desthilatdar in. Aliyên şerxwaz û rantxur in. Ew aliyên ku polîtîkayên şer organîze dikin û bi zanebûn tahrîk dikin. Zimanê çapemeniyê bigire, zimanê hin rayedarên dewletê bigire, siyasetmedaran bigire û heta yên hunermendan bigire. Yanî zihniyeta li ser esasê înkar û tunekirinê xwe daye avakirin û li ser esasê rantê şer xwe daye jiyîn. Ev aliyan tahrîk dikin û didahfînin. Yanî ber bi şerê navxweyî û dij aştiyê derketin ve wan rêxistin dikin. Divê gelê me û gelê Tirkiyeyê û di serî de jin û ciwan di vî alî de şiyar bin. Nimûne em mêze dikin ev alî dijbertiyê dikin. Dijbertiya aştiyê dikin. Dijbertiya civaka demokratîk dikin. Dijbertiya têkoşîna gelê Kurd a aliyê aştiyê dikin. Nimûne heta niha ji bo aştiyekî bi rûmet pêk were, ji bo di dewletek, welatek demokratîk de bijîn heta niha çi kirine, çi têkoşîn dane meşandin? Berovajî vê di tahrîka şer de rol girtine. Tahrîkirina şer, zemînê şer, dijbertiya gelan û nimûne her xwe dane jiyîn. Nimûne di cihê xwe de rûştine û propagandaya şer kirine. Nimûne di cihê xwe de rûştine nîjadperestî û şovenîzm pêş xistine. Lê li jiyana wan mêze dîkî, di jiyana wan de bi her awayekî qirêjbûnek heye. Nimûne spor jî, maç ji bo sporê ye vê dixin wesîleyeke nîjadperestiyê. Halbûkî spor lîstokekî aştîxwaz e, lîstokekî wekhevî ye, lîstokekî jiyana hevbeş e. Nimûne huner wisa ye, çand wisa ye. Nimûne parvekirina civakî wisa ye. Pêwîste di vî milî de jî şiyarbûnek hebe. Ev di heman demê de polîtîkayeke şerê taybet e. Yanî bi siyaseta desthilatdariyê ve jî girêdayî ye.
Bi hewldanên Rêber Apo û tevgera me pêvajoyek hat destpêkirin. Muxatab e. Di vî milî de Serokatî 30-40 sal e her dibêje em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez muxatabekî digerim. Serokatî dibêje niha pêvajoyek muzakere û diyalogê dimeşe,ji sêdarê em hatin ser maseya muzakereyê. Lê ev muzakere wisa ne li ser esasê ku her alî wekhev in û adîlane nameşe. Belkî aqlê dewletê limpişt perdê di dewrê de ye, lê aqlê desthilatdariya AKP’ zêdetir li ser esasê ku desthilatdariya xwe misoger bike tevdigere. Li ser hesabê hilbijaritnê vê pêvajoyê dide meşandin. Nimûne hîn jî peyva “Tirkiyeyek bê teror” berdewam e. Nimûne komisyon ava bû, qanûn derket. Vaye 2 sal in çek nehatiye bikaranîn. Serokatî hewl dide gavên nû bide avêtin. Taziyeyê de jî gelê Kurd dayikên Kurd behsa aşt û demokrasiyê dikin. Lê rayedarên dewletê ji milekî ve peyva aştî û çareserî bi kar tînin lê peyva “Tirkiyeke bê teror” bi kar tinin. Peyva “teror” heye. Peyva “teror” hebe, siyaseta înkar û tunekirinê di hafizeyê de zindî dike. Nîjadperestiyê teşwîq dike, teşwîqî dijbertiya gelê Kurd dike. Objektîf rewş ev e. Pêwîste desthilatdar û çapemeniya girêdayî wê dev ji vê peyvê berdin. Heta ku ev peyv ji lîteraturê dernekeve û navê pêvajoya aştî û çareseriyê neyê gotin û civaka demokratîk, welatekî demokratîk û dewletekî demokratîk serwer nebe nîjadperestî ji vê rewşê sûd werdigire.
Ji bo vê jî, rol dikeve ser çapemeniyê. Dibe ku desthilatdarî van hesaban dike, dixwaze hevsengiyeke çêbike. Yanî ji milekî ve pêvajoyê dide meşandin ku dixwaze hêviyeke di gelê Kurd de bide avakirin, ji milekî ve jî bi peyva Tirkiyeya bêteror, bi aliyên netewperest, nîjadperest, şovenîst, aqilê li ser îmha û înkarê bi salan e hatiye perwerdekirin û xwe li ser wê ava kiriye re, dixwaze hevsengî çêbike. Lê ev hevsengî heta ku derê ye. Ev hevsengî xira nebe û nequlibe peyva Aştî û Civaka Demokratîk, wê gelek provakasyonên curbebur di aliyê hêzan û kesan de çêbibin. Ji bo ku ev ziman were guhertin, divê civaka me pir hişyar be. Divê civaka me bi propoganda û şerê taybet nekeve bin bandora wê. Di serî de beşên gelên Tirkiyeyê, bi taybet jin, yên demokrasî û aştiyê dixwazin, yên dijbertiya şer dikin, dijbertiya talana xwezayê dikin, divê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ew beşên nîjadperest, yên bi şer rant digrin, divê were kêmkirin. Ji bo ku kêm be, qels be, bêdeng bibe, pêwîste kesên aştîxwaz, demokrasîxwaz dengê xwe zêdetir bilind bikin. Rayedarên civakê, pêşengên civakê divê bikevin dewrê û ber bidin pêvajoyê. Ger ev çênebe, xeterî heye. Gelê Kurd pir hesas nêz dibe. Lê ew beşên rantxwaz û şerxwaz ku xwe li ser nîjadperestiyê dane jiyankirin, îhtîmaleke ku di pêvajoyê de aloziyan û xeteriyê bidin çêkirin. Ev jî ne tenê berpirsyariya gelê Kurd e, ne tenê berpirsyariya siyasetmedarên gelê Kurd e, yan jî ne tenê ya tevgera me ye. Milekî erkê dewlet bi xwe ye, milekî jî erkê beşên ku aştî û demokrasiyê dixwazin e. Hemû beş, rayedar, sazî, dezgeh û şexsên Tirkiyeyê jî divê bi awayekî wêrek bikevin dewrê, peyva aştî û demokrasiyê bixin rojevê. Di têkoşîna demokrasiyê de divê gel û şexsiyetên Tirkiyeyê divê hin zêdetir bikevin tevgerê. Divê di kêleka vê pêvajoyê, gelê Kurd û tevgera azadiyê de hê wêrektir seknekî raber bikin.
Di serî de her tê gotin heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin dike, van peyvana dibêjin, hin nivîskar û rojnemevan dibêjin di hevdîtinan de ev tên gotin lê pratîzekirina gotinan di aliyê dewletê de pir dereng tê û pir li ser esasê bazartiyan dimeşe. Çima vê dibêjim? Nimûne, hê di destpêkê de Bahçelî bangawazî kir, got ku bila Rêber Apo were di meclîsê de bangawazî bike, rêxistina xwe fesix bike, şer çekdarî bide sekinandin û tevlî siyasetê bibe. Nêzî 2 sal bi ser derbas bû. Li ser esasê bangawaziya Rêber Apo, PKK xwe fesix kir, tevî ku xwe fesix kiriye jî hê jî dibêjin divê rêxistin xwe fesix bike. Xwe fesix kiriye, lê nabe helm û nafire, an jî nabe ax û tevlî axê nabe. Ji bo ku tevî siyasetekî demokratîk bibe, divê dewlet gavan biavêje. Bi hewldan û israrên Serokatî, bi daxwaz û xwedîderketina gel, di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Karkirina komîsyonê jî pir giran meşiya. Her çiqas navê wê nekirin pirsgirêka Kurd, peyva Tirkiyeya bêteror hate gotin jî, lê cara yekemîn dewlet bi fermî qebûl kir ku li Îmraliyê bi Rêbertiyê re hevdîtin di navbera dewlet û Rêbertiyê de tê kirin. Ev bi eşkeretir hate gotin.
Ji bo ku ev pêvajo bimeşe li ser esasê bangawaziya Serokatî komîsyonek di Meclîsê de hate avakirin. Hemû nûnerên partiyan di nav de cih girtin. Nîqaş hatin kirin, raporek hate amadekirin. Ji vê komîsyona Meclîsê 3 kes çûn Îmraliyê û Serokatiyê re hevdîtin kirin. Her çiqas naveroka wê hevdîtinê, bi raporê bi raya giştî re hate parvekirin jî, lê di nav de axaftin hatin neqandin, hate hilbijartin. Lê ew hevdîtin, hevdîtineke pir pîroz û dîrokî bû. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, pêvajo bimeşe û bi komarekî demokratîk encamê bigre, pêşniyarên pir bi nirx ên Serokatî hebûn. Ger van bi rasterast civakê re parve kiriban, dibe ku niha ew qas nîjadperestî xwe nedida axaftin. Komîsyon ew kara xwe da meşandin, rapor pêşkeş kir. Piştre di Meclîsê de qanûna çarçoveyê ku Serokatî dibêje qanûna kok ya bingehîn, hate derxistin. Di dîroka Meclîsa Tirkiyeyê de care yekemîn, bi dengdanekî ew qas zêde qanûn hate qebûlkirin. Lê qanûnekî demkî ye, ne mayînde ye. Li pey wê divê girêdayî pêvajoyê qanûnên curbecur werin derxistin ku bi rastî jî pêvajo ber bi aştiyeke mayînde û bi rûmet re biçe. Di wir de jî nêzîkatiyeke dewletê ya pir bi hesab û tirsonek heye. Erê gavên pir dîrokî avêt, cara yekemîn di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin û qanûneke bi vê şêweyê dereket. Lê rapora ku komîsyonê amade kir. Ev sedsalî zêdetire, dibe ku beriya wê jî hebe, lê herî kêm avabûna komara Tirkiyeyê heya niha pirsgirêkekî Kurd heye û li ser esasê înkar û îmhayê meşiyaye. Her şer çêbûye, her serhildan çêbûye. Herî dawî jî, di rastiya PKK’ê de 52 sal ev têkoşîn meşiyaye. Sedema me pirsgirêka Kurd e. Ev dewlet Kurd înkar kiriye, mafê gelê Kurd wek hemwelatiyeke wekhev û azad qebûl nekiriye, ziman û çanda wê red kiriye, di navê gotin û pênasekirina vê pirsgirêkê de jî tirsonekbûnek heye.
Dîsa dibêjim, hesabê desthilatdariyê, hesabê ku aliyên nîjadperest, aliyên li ser înkar û îmhayê ava bûne, xweş kirine. Lê ev pirsgirêkî dîrokî ye û li benda çareseriyê ye. Tu çi rêbazê çareser bikî jî, wê herî dawî ev pirsgirêk were çareserkirin. Cuda tu rêyên din nînin. Niha deriyeke dîrokî vebûye, wê ev li ser esasê diyalog û muzakereyê bimeşe. Piştî derxistina qanûnê jî, niha her kes mereq dike ku wê çawa pêk were. Serokatî jî rexne kir, wekî tevger me jî rexne kir. Ne qanûneke ku ji kokê her merheleyê vê pêvajoyê bide pêşiya xwe, navê vê pirsgirêkê deyne û bihêle şervanên azadiyê ku bi salan in bi berdêlên giran ev têkoşîn dane meşandin, bi aştiyeke bi rûmet ev pêvajo bimeşînin e. Li ser vê aqilê çênebûye.
Lê cara yekemîn ji bo ku çek mayînde werin sekinandin, zemînê şer ji holê were rakirin, zemîna ji bo demokratîkbûna dewletê çêbibe, gavek hate avêtin. Lê pêkanîna wê ne wisa hêsan e. Ji ber ku aqilê dewletê cuda dişixule. Şîroveyên Rêbertî ya ji bo pêkanîna vê pêkanînê cuda dişixule. Em wekî tevger jî vê cuda digrin dest. Di aliyê aqilê dewletê de, mesele çi ye? Ya yekemîn, bi temamî li ser bingeha felsefeya teslîmîyetê nêz dibe. Weke ku ev mirov bêyî sedem çûne çiyê û bêyî sedem ev qas al berdêl dane, têkoşîn kirine. Zîhniyetekî wiha heye. Ji ber vê yekê, di rastiyeke de li mezê şerekî tê meşandin; şerê zîhniyetê tê meşandin. Rêber Apo di pêkanîna vê qanûnê de jî, bi vê zîhniyetê re têdikoşe.
Dixwaze ku li ser esasê hevsengiya muzakere û têkoşînê, muzakere û berxwedanê, ev qanûn û qanûnên ku ji vê şûnde derkevin pêş ve biçe. Dixwaze derî were vekirin, neyê girtin. Lê pêkanîna vê qanûnê di aliyê hiqûqî de jî ne wisa hêsan e. Çarçoveya esas çi ye? Nimûne, ew lîjneyên di jêr de hatine avakirin dibêjin, siyasîbûn an jî bêçekbûn. Rêbertî jî dibêje bêçekbûn û aştî. Divê Rêbertî jî di wê lîjneyê de cih girtiba. Di desteya ku dewlet, wezîrên wê kom dibin, di desteya bêççekbûn û siyasîbûnê yan jî bêçekbûn û aştiyê de diviyabû navê Rêbertî bihata bilêvkirin. Ev yek diviyabû bi rengekî eşkere ji raya giştî re bihata ragihandin. Ji vê ditirsin. Mînak weke tevgera azadiyê û gelê Kurd em vê dibêjin; muzakerevanê sereke Rêbertî ye. Bêyî Rêbertî ev pêvajo bi pêş ve naçe. Bêyî Rêbertî kes venagere Tirkiyeyê. Şertê me jî pêkhatina azadiya Rêbertî ye. Rêbertî bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe û bi rengekî eşkere her roj hevdîtin were kirin.
PIŞTÎ QANÛN DERKET, DIVÊ ROJNAMEVAN ÇÛBAN HEVDÎTINA BI RÊBERTÎ RE
Yanî ev ciwanên ku jiyana xwe weke fedayiyekî diyarî têkoşînê kirine, ji bo azadiya Rêbertî tevlî têkoşînê bûn. Heval vê dibêjin, ‘Em ji bo azadiya Rêbertî hatin, em ji bo azadiya gelê xwe hatin. Eger Rêbertî azad nebe, em Rêbertî nebinin em ê biçin kuderê?’ Helwesteke wisa zelal heye. Di Kongreya PKK’ê de dema fesix hate îlankirin, şertê me yê ewilî ev bû; divê azadiya Rêbertî were pêkanîn. Rêbertî divê weke muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê, azad bibe. Divê yekser bi rêxistina xwe re di nava peywendiyê be. Ev pêvajo divê wiha bimeşe. Lê belê di wê desteyê de navê Rêbertî jî nayê gotin. Ji aliyê me ve derbarê Rêbertî guhertineke berbiçav pêk nehatiye. Piştî qanûn derket, divê rojnamevan çûban hevdîtina bi Rêbertî re. Siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen divê çûban. Divê bi Rêbertî re roportaj hatiba kirin. Rêbertî divê rasterast xîtabî gelê Kurd, şervanan, milîtanan û gelê Tirkiyeyê kiriba.
Nêzî 20-25 roj li ser derbasbûna qanûnê ya li Meclîsê, derbas bûn. Lê hîna ji bo azadiya Rêbertî û ev pêvajo bi hêsanî pêş bikeve, guhertineke berbiçav nîne. Lewma divê hem ji bo tevgera me hem jî ji bo gel, her roj rojeva sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî be. Rêbertî divê weke muzakerevanê sereke di rêvebirina vê pêvajoyê de cih bigire. Jixwe daxwaza gel ev e. Lê divê em vê daxwazê bi rengekî hîn girseyî û bi bandor her roj nîşa bidin. Heta ev neyê pêkanîn, ev qanûn wê çawa pêk were? Pêk nayê. Meseleya girtiyan jî heye. Yanî 32 sal in, 30 sal in kesên li girtîgehan cezayê xwe temam kirine hene. Tevî qanûn derketiye jî, desteya girtîgehê tehliyeya girtiyan û yên ku cezayê xwe temam kirine, taloq dike. Hîna poşmantî tê ferzkirin û hewl didin vê yekê bidin qebûlkirin.
Ev pêvajo ne pêvajoya poşmantiyê ye. Em ne ji bo poşman bibin derketine serê çiyê. Ne gelê me vê qebûl dike, ne jî em vê qebûl dikin. Ji bo şerkirinê çiqasê cesareta me hebe, ji bo aştiyê jî heye. Yanî em ji bo aştiyê cesaret dikin, em li vir in. Lê em bêrûmetiyê qebûl nakin. Heta azadiya Rêbertî nebe, azadî û aştî nabe. Helbet qanûn hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo pêvajoyeke aştiyê ya mayînde û bi rûmet pêk were, divê tevahî civaka Tirkiyeyê jî bikeve dewrê. Mesele hunermend, siyasetmedar îfade dikin ku destekê didin vê pêvajoyê, diaxivin û girîngiya wê vedibêjin. Lê tenê daxuyanî dayîn têrker nîne. Destpêkê tevgerên jinan, hunermendên jin, rewşenbîrên jin û tevahî civaka Tirkiyeyê eger Tirkiyeyek demokratîk dixwazin, aştiyeke mayînde dixwazin, divê hîn xurttir bên ba hev. Divê hîn zêdetir civakê têkildarî vê pêvajoyê agahdar bikin.
JI BO PÊVAJO ZELAL BIBE, DIVÊ LI SER DEWLETÊ ZEXTEK CIVAKÎ WERE AVAKIRIN
Mesele divê di beşên mane bin bandora medyaya şerê taybet de, zihniyeteke alîgirê aştiyê were avakirin. Ji bo vê divê tevlî civakê bibin. Yanî tenê bi daxuyanî dayîna çapemeniyê, ev pêvajo naveguhere daxwaza aştiya civakî. Ev gel bi rastî jî divê bi rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Başe, wê kî pêşengiya vê bike? Divê hin rêxistin, sazî û kesên ku bandora wan li ser civakê heye pêşengiyê bikin. Civak divê vê pêvajoyê ne weke meseleyeke navbera dewlet û civakê, divê weke meseleya xwe fêm bike û destek bide. Ji bo vê divê bikevin nava liv û tevgerê. Divê înîsiyatîfên civakî bên avakirin.
Li Tirkiyeyê niha rewşeke wiha heye: Her kes dibêje navbera tevgera Apoyî û dewletê pêvajoyek dimeşe, agahiya me ji vê nîne. Temam, rast e. Dewlet zelal nêz nabe. Min got; pir bi tirs nêz dibe, dixwaze vê pêvajoyê bi rengekî pir girtî bimeşîne. Lê ji bo pêvajo zelal bibe divê li ser dewletê zexteke civakî were avakirin. Tevgerên jinan divê pêşengiyê ji vê re bikin. Helbet înîsiyatîf û platformên cur be cur tên avakirin, daxuyanî tên dayîn. Lê evane têrker nînin. Nêzîkatiyeke pir bi tedbîr heye. Divê ji bo aştiyê û dewleta demokratîk, daxwaza ji bo zelalbûna pêvajoyê hîn bi wêrektir derkeve pêş.
Têkoşîna demokrasiyê jî ji gelê Kurd û tevgera me re dihêlin. Raste, helbet eger civakek demokratîk nebe, dewletek demokratîk nebe aştî jî pêk nayê. Eger sîstema vî welatî demokratîk nebe, jixwe mafên gelê Kurd jî nayên dayîn, mafên jinan jî nayên dayîn. Yanî ev rastî heye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hev re pêş de diçe. Rêbertî çima ji bo banga xwe ya 27’ê Sibatê got, banga Aştî û Civaka Demokratîk? Yanî eger civakek demokratîk nebe, dewletek demokratîk nebe jixwe aştî nabe, mafê gelan û jinan nayê dayîn. Desthilatdariyên cuda cuda xwe ferz dikin. Lewma divê komareke demokratîk, civakek demokratîk were avakirin.
JI BO PÊVAJO BI SER BIKEVE, DIVÊ JINÊN TIRKIYEYÎ Û KURD HÎN ZÊDETIR BÊN BA HEV
Li vir ez dixwazim bangeke taybet li jinên li Tirkiyeyê bikim. Jinên Kurd jixwe bi salane di vê têkoşînê de berdêlên mezin dide û têkoşîna xwe didomînin. Dem bi dem hatin ba hev û xebatên hevpar meşandin. Li dijî komkujiyên jinan, êrîşên dewletê yên li ser jinan û tune hesibandina mafên jinan jinên Kurd û Tirkiyeyî hatin ba hev û têkoşîneke hevpar meşandin. Lê ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û dewleteke demokratîk were avakirin jinên Tirkiyeyî û Kurd divê hîn zêdetir bên ba hev. Divê kom bên avakirin û biçin cem tevahiya gelê Tirkiyeyê. Bajar bi bajar, gund bi gund, sazî bi sazî, divê bigerin.
Rêbertî dibêje entegrasyona demokratîk. Entegrasyona demokratîk divê ewilî di nava civakê de were avakirin. Yanî divê zihniyeta nîjadperest were guhertin, civak bibin yek û civak di nava sîstemê de demokrasiyê ferz bike, aştî û wekheviyê ferz bike. Divê mafên jinan û azadiya wan, mafên gelan, azadiya çand û baweriyê jî ferz bike. Divê em li bendê nebin ku dewlet tiştekî bide me. Têkoşîna me divê li ser esasê muzakereyê dewam bike. Divê zihniyeta dewletê were guhertin, di qada hiqûqî de guhertin were çêkirin û di mewzûata Tirkiyeyê de guhertin bên çêkirin. Encex bi vî rengî welatekî demokratîk dikare were avakirin.
Bi vî rengî dewlet jî wê neçar bimîne ku zihniyeta xwe biguherîne. Divê yekîtiya civak, gelan û jinan were avakirin. Divê rêbazên cuda cuda bên pêkanîn. Komxebat tên lidarxistin, komîsyon tên avakirin, konferans tên lidarxistin, nîqaş jî girîng in. Lê evane tenê bi komên diyarkirî re sînordar namînin. Evane divê li seranserî civakî bên belavkirin. Mesele, têkoşîna li dijî komkujiyên jinan jî divê di nava civakê de zemînekê ava bike. Zihniyeta desthilatdariya mêr nayê guhertin. Aqlê mêr a ku tundiyê ferz dike, tundiyê û desthilatdariyê qebûl dike; şer, rantê û dijminahiya gelan diparêze, dijmintiya demokrasiyê dike, dijmintiya mafên jinan û gelan dike.
Yanî aqlê mêr divê were guhertin. Ji bo vê divê bi rastî jî civak were ba hev, nîqaş bike ka jiyaneke azad û wekhevî wê çawa were avakirin. Mesele eger navbera jin û mêr yekîtiyeke li gorî pîvanên jiyana azad neyê avakirin, navbera gelan jî ev nayê avakirin. Ji ber ku ev aqilê ku tundiyê li jinê ferz dike; tundiya li hemberî gelan, netewan, olan û baweriyan jî ferz dike. Lewma tevgerên jinan bi salane têdikoşin. Em behsa peymana civakî û civaka azad dikin. Li ser esasê felsefeya jiyana azad em perwerde, nîqaş û têkoşînê dimeşînin. Di hemû saziyan de me ji siyasetê destpê kir û heta hemû rêveberiya civakê me li ser esasê wekheviya jin û mêr sîstema hevserokatiyê weke têkoşînek ava kir. Lê divê ev hîn zêdetir were xurtkirin.
Mesele me di bernameyên cuda de jî got, welatparêzên me ji bo Kurdistaneke azad têdikoşin lê di malên xwe de tundiyê pêk tînin. Bi rastî ev ne li gorî welatparêzên me û gelê Kurd e. Gelo ma dibe mêrên Kurd evqasê behsa azadiya Kurdistanê, jiyaneke azad û yekîtiya neteweyî bikin û piştre tundiyê pêk bînin? Ev ji bo me şermek e. Li Kurdistanê di nava civaka Kurd de qetilkirina jinan, zext li ser jinan pêk anîn, tundî li hemberî jinan pêk anîn, di nava civakê de belavbûna fûhûş û tiryakê şermek e. Ji ber ku em civakek pir polîtîk in, em civakek in ku me berdêlên mezin daye, em civakek bi zane ne. Lê divê em demokrasiyê jî di jiyana xwe, mala xwe û têkoşîna xwe de ava bikin. Ev heye; yanî komînalîte jî li ser vê esasê tê avakirin. Yek ji nirxên şoreşê ya herî esas azadiya jinê ye. Êdî divê ji bo mêrên di nava civaka Kurd de ev yek di gotinê de nemine. Divê di jiyan, felsefe û tarzê têkoşînê de jî vê bixin meriyetê.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat




